Serokkomarê Fransayê: Êzidiyên penaber ji ber “êrişên Tirkiyê” nikarin vegerin Şengalê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana Bexda û Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê, berê xwe da bajarê Mûsilê û digel jimareke kesayetiyên olî û siyasî civiya.

Di civînê de Macron der barê rewşa Şengalê de da zanîn ku, Êzidiyên ji ber êrîşên DAIŞ’ê penaber bûne, niha ji ber êrîşên Tirkiyê nikarin vegerin xaka xwe.

Macron anî ziman ku gelek projeyên wan ên avakirina zûzû ya Mûsliê hene û got:

“Em ji bo vegera penaberan, digel hikûmeta Îraqî kar dikin û dê konsolxaneyekê vekin”.

Back to top button