Bagera Îda li Amerîkayê, di seatê de bi leza 240 KM pêşde diçe

Li eyaleta Liwîzyana, rabûna bagera Îda bandoreke giran li herêma derdorê kir..

Bagera ku di saetê de bi leza 240 km pêşde diçe rê li ber birîna elektirîkê vekir..

Heta niha kesek jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran mirov jî ji cih û warên xwe bûn..

Doh li eyaleta Liwîzyana û bi taybet herêma New Orlîanzê bagereke dijwar rabû..

Ji ber leza bagerê gelek dar ji kokê hatin rakirin û elektrîk bi temamî li ser herêmê hate birîn..

Navenda Bageran a Netewî ya li Amerîkayê ragihand ku ji ber baran bi şid, bager wê îro jî dewam bike..

Bi hezaran kesên li bajarê New Orlîanzê ji ber metirisyê ji herêmê hatin dûrxistin..

Yên mayî jî ji wan hate westin ku bi ti awayî ji malên xwe dernekevin..

Rayedarn hişyar kir ku metirsî li ser nexweşxaneyên Koronayê heye ku niha bi hezaran kes lê têne dermankirin..

Herî dawî sala 2005’an bagereke dijwar li herêma New Orlîanzê rabibû û di encamê de hezar û 800 kesî jiyana xwe ji dest dabû..

Back to top button