Projeya ava Firatê bi temamî bi dawî bû

Rêveberiya Xweser projeya kişandina ava Firatê ji bo Bajarê Hesekê bi temamî bi dawî kir û dê av li ser taxan were belavkirin.

Piştî kar û xebatên 6 mehan, Rêveberiya Xweser xeteke avê ya 180 KM ji bajarokê Siwer ê Dêra Zorê gihand bajarê Hesekê.

Av di ser 4 stasyonan Siwer, Sebie û Erbiîn û Elwê û Ezîziyê re derbas dibe.

Li gorî agahiyan, xezanê avê yê li stasyona Ezîziyê hatiye dagirtin û wê av li ser xelkê were belavkirin.

Back to top button