PDK’ê ev 82 roj e çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen eşkere nekiriye

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûr Cîhad Hesen ev 82 roj in ji aliyê PDK`ê ve revandî ye. Li gorî Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê, tenduristiya Cîhad Hesen ne baş e.

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

29`ê Tîrmehê, du endamên têkiliyan ên PYD`ê piştî 50 rojî ji revandina wan, ji aliyê PDK’ê ve serbest hatin berdan.

Lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen hîna revandî ye û rewşa wî ya tenduristî xirab e.

Heta vê kêliyê jî rayedarên PDK`ê sedemên revandinê ji PYD`ê û Rêveberiya Xweser re diyar nekirine.

Back to top button