Li Avaşîn-Werxelê 3 meh in gerîlla rê nadin artêşa Tirk

Bi dehan balafirên şer, helîkopter, tank û top..

Bi hezaran leşker, cerdevan û hevkariya hin derdoran..

Lê dîsa jî artêşa Tirk a bi vê hêza xwe bawer 3 meh in nikare li erdeke biçûk ê xaka Başûrê Kurdistanê, qada Werxelê serwer bibe..

Sedeme vê yekê jî gerîllayên li Werxelê wiha tînin ziman:

Em bi biryar in …

23’ê Nîsanê ji baregehên artêşa Tirk bi dehan balafirên şer F-16, helîkopterên êrişê û balafirên bê mirov rabûn..

Di erdê re jî bi sedan tank, top û bi deh hezaran leşker û cerdevan ketin nava tevgerê..

Hesabê dewleta Tirk ew e bû ku bi vê tevgera xwe a mezin ew ê karibe di nava demeke kurt de herêmên Metîna, Zap û Avaşîn dagir bike..

Lê ji ber berxwedana gerîllayan wisa lê hat ku li hin deveran artêşa Tirk dagirkirin li aliyekî, nikare pêşde biçe..

Bi taybet li Qada Werxelê ya Avaşîn..

Ji êrişa balafiran bigrin heta bikaranîna bombeyên gaza jehrê, artêşa Tirk ji bo dagirkirina werxelê her cûreyên teknîka giran bikar tîne..

Û 3 meh in ev êriş bê navber dewam dikin..

Başe ji ber çi tevî ewqas hêz û teknîka giran, artêşa Tirk nikare armanca hêvî dikir bidest bixe?

Em rastiya rewşa li Werxelê ji gerîllayên li çeperên şer bibhîzin:

Bi gotina gerîlla, êdî wisa li artêşa Tirk hatiye ku nema kare xwe ji vê rewşa giran xelas bike..

Gerîllayeke din sedemên têkçûyîna artêşa Tirk li Werxelê wiha tîne ziman:

Li gorî gerîllayên li Werxelê, çalakiyên wan ên rojane ku bi bandor in, rê nadin ku artêşa Tirk pêşde biçe..

Ji dîmenan jî diyar dibe ku gerîlla behsa berxwedana li Werxelê dikin, hevalên wan ên li çeperan di nava şer de ne..

Ev yekîneya ku ji çar gerîllayan pêk tê li çeperên berxwedanê yên Werxelê vê peyamê didin hevrêyên xwe û tevahiya gelê Kurd:

Em bi biryar in. Wê serkeftin a Bazên Avaşîn be.

Back to top button