Bi qutkirina ava Firatê zirar dighêje çandiniya Kobanê

Yek ji berhemên bi nav û deng ku li gundewarê rojavayê Kobanê tê çandin, garisê zer e.
Lê piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava Firatê qut kir êdî cotkar kêm garis diçînin.

Di van salên dawîn de çandiniya garis li rojavayê Kobanê gelekî kêm bûye.

Sedema bingehîn a kêmbûna çandiniya garis kirinên dewleta Tirk a dagirker a li ser herême ye.

Dewleta Tirk ji 27 ‘ê Çileyê ve av ji ser çemê Firatê qut kiriye.

Par li gundewarên rojavayê Kobanê 2 hezar û 662 donim erd garis hat çandin, lê îsal tenê hezar û 283 donim erd hatiye çandin.

Ji ber kêmbûna ava Firatê, cotkar zêdetir kunciyan diçînin. Ji ber ku pêdiviya wê bi ava zêde tune ye.

Cotkarê bi navê Ocalan Elî ji gundê Henkeş a rojavayê Kobanê li ser mijarê axivî û got; Çandina garis îsal gelekî kêm bûye, ji ber ku garis bê av nabe.

Ji heman gundî, cotkar Alcîn Beşar jî got:”Kêmbûna ava Firatê bû sedem ku ava bîran jî kêm bibe û zirar gihîşt berhemên me.”

Back to top button