Li Derayê guftûgoyên ligel hikûmeta Şamê têk çûn

Saziya Çavdêriya Sûrîyê ya Mafê Mirovan da zanîn ku ji ber israra baskê Îranî yê girêdayî hikûmeta Şamê li ser çareya leşkerî, guftûgoyên li Derayê bi bin ketin.

Saziyê Çavdêriyê got ku piştî vê yekê, pevçûnên navbera çekdarên Derayî û hêzên Şamê gur bûne.

Saziyê her wiha diyar kir ku Komîteyên Navendî yên Horanê serferberiya giştî li dij hikûmetê ragihand.

Ji ber şer û pevçûnê, şêniyên gundewarê rojavayê Derayê û hin deverên derdorê der bi der dibin.

Li gor Saziya Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan, gelek kes berê xwe daye devera “Hewza Yermûk”ê ya hevsînorî Urdinê.

Back to top button