Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê roj bi roj zêdetir dibin. Navenda Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûrîyê (SOHR), rapora meheki ya sûc û binpêkirinan eşkere kir. Li gorî raporê, tenê meha tîrmehê 19 kes hatine revandin û çarenûsa wan ne dîyare û 3 kes jî hatin kuştin.
Ji despêka sala 2018’an ve, ku Efrîn hate dagirkirin, revandina sivîlan, kuştin, destdirêjî, talankirin, roj bi roj zêdetir dibe.
Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker, rojane sûcan li dijî şênîyên ku ji Efrînê koçber nebûne pêk tînin.
Çavkaniyan ji Efrîna dagirkirî ragihand ku komeke çeteyên dewleta Tirk 2 jinên ji navçeya Racoyê, revandin.
Li gorî çavkaniyan, her 2 jinên revandî Hêvîn Abdîn Xerîbo(20) û Lîna Zekeriya Îbiş (22) e.
Hat diyar kirin çeteyan piştî ku 2 hezar dolar wergirtine, Hêvîn Abdîn berdane.
SOHR’ê rapora meha tîrmehê ya sûc û binpêkirinan eşkere kir
Navenda Çavdêrîyê ya Mafê Mirovan a Sûrîyê (SOHR) jî rapora meha tîrmehê a sûcên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li Efrînê, eşkere kir.
Çavdêrîyê ragihand ku tenê di nava meha Tîrmehê de, zarokek biçûk jî di nav de zêdetirî 19 kesên sivîl hatine revandin û 3 sivîl jî hatine kuştin.
Li gorî rapora navendê, tenê 7 kes di berdêla dayîna pereyan de serbest hatine berdan û çarenûsa ên din ne dîyare.
Çavdêriyê da zanîn çeteyên Feyleq El-Şam îşkence li welatîyeki ku temenê xwe 74 salî ê navçeya Raco kirine.
12 tîrmehê çeteyên koma El-Hemza, di bin navê ”Bacên parastinê” ji 200 heta 500 lîreyê tirk li şênîyên gundê Kokanê ê Mabeta ferz kirine.
Navenda Çavdêrîya Mafê Mirovan a Sûrîyê destnîşankir ku di meha derbasbûyî de, 2 caran şer di navbera çeteyên Dewleta Tirk de rû da ye.
Hat gotin di encama şerê ku li gundê Meydankê û navçeya Raco derketî de, 6 kes ji her du komên çetê ên El-Nuxbe û Siqûr El-Şemal hatine kuştin.