Partiya Sûriya Pêşerojê: Divê civaka navdewletî Rêveberiya Xweser nas bike

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê da zanîn ku pêwîst e civaka navdewletî Rêveberiya Xweser nas bike.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelîxe Ebdî anî ziman ku Rêveberiya Xweser xwe îsbat kiriye ew projeya herî serkeftî ye û ji bo bo çareserkirina krîza Sûriyê, projeya herî guncav e.

Îsa Xabûr jî -Serokê Nivîsgeha Rêxistinê ya Meclisa Sivîlî ya Reqayê ya Partiyê-, da xuyakirin ew piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin û got:

“Em di wê bawriyê de ne ku krîza Sûriyê tenê bi diyalogê çare dibe.

Rêveberiya Xweser nûnertiya tevaya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Lewre divê civaka navdewletî Rêveberiya Xweser nas bike”.

Back to top button