LI PARÎSÊ ŞEWATEKE MEZIN BIRCÊN KATIDIRALA NOTRE DAME HATIN XWARÊ

Li dilê paytexta Fransa Parîsê şewatek mezin li Katidirala herî bi nav û deng Notre Dame rû da.

 

Duh êvarî şewatek mezin bi Katadirala Notre Dame ku yek ji navdartirîn katidiralên cîhanê ye, ket.

Di encamê de banê wê hilweşiya û bircekî wê ku bilindahiya wê 93 mitre ye, hat xwarê.

Xebatkarên agirkujê karîbûn dîwarên derve berî ku werin xwarê rizgar bikin.

Ev bûyer xelkên Fransyê di nava matmayînekê de hişt.

Notre Dame di sala 1345’an de weke avahî bi dawî bû ku ew li Fransayê nimûneya şêwazê qûtî ya bi navê أيل دوزانس hatibû naskirin.

Rêveberê tîma agirkujê îro ragihand ku şewata mezin a beşekî mezin ji katidiralê wêran kir.

Aniha di bin kontrolê de ye û agir bi temamî hat vemirandin.

Heta niha sedemên şewatê nehatiye naskirin.

Lê tîma agirkujê, sedema vê yekê li komxebata çaksazkirina katidiralê vegerand.

Leave a Reply

Back to top button