Li Kobanê jinek û hevjînê wê di malê de hatin kuştin

Vê sibê li taxa Botan Şerqî ya Kobanê jinek û hevjînê wê di malê de kuştî hatin dîtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şevê din jina bi navê Rûken Hisên (25) û hevjînê wê Esaf Muslim (32) ji aliyê hin kesan ve bi kêran hatine kuştin.

Kujeran zarokekî wan ê 6 salî jî birîndar kirin, ew jî niha li nexweşxaneyeke Kobanê tê dermankirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan cihê bûyerê û lêpirsîn dane destpêkirin, lê derbarê bûyerê de tu agahî heta niha nehatine biparvekirin.

Back to top button