HPG: Li qada Lêlikan yê Xakurkê 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Li başûrê Kurdistanê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk ya dagirker de şerekî giran diqewime.

Gerîlayan vê carê li herêmên Xakurkê û Metîna li hêzên dagirker dan.

HPG’ê ragihand li Qada Lêlikan yê Xakurkê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, li Metînayê jî li çeperên dagirkeran hat xistin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê zêdeyî 4 meh in berxwedaneke dîrokî nîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“28’ê Tebaxê hêzên me li dagirkerên li ser Girê Şehîd Şervan yê girêdayî qada Lêlikanê dan. Di encama çalakiya ku ji nêzve li dagirkeran hate xistin, 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.”

HPG: Li çeperên dagirkeran yên li Metînayê hat xistin

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de jî li herêma Metînayê li hêzên dagirker hate xistin.

Hat diyar kirin 29’ê Tebaxê hêzên gerîla bi çekên giran li çeperên dagirkeran yên li ser Girê Azad xistin.

HPG’ê derbarê berxwedana li qada Werxelê ya li herêma Avaşînê jî ev agahî parve kir,

“29’ê Tebaxê artêşa Tirk ya dagirker bi teqemenî û gazên kîmyewî qadad berxwedanê ya Werxelê bi awayekî dijwar bombebaran kir. Piştî bombebaranê hêzên dagirker ku xwestin bi pêşbikevin li ser destwerdana hêzên gerîla neçar man paşde vekişin.”

HPG’ê diyar kir êriş û tevgera hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dike.

Hat diyar kirin 29’ê Tebaxê qadên Avaşînê, Metîna û Zapê bi helîkopter û hawanên li qereqolên ser sînor hatin bombebarankirin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê kesên bi navên Nîzar û Çetîn ku li herêma Şirnexê li ser navê tevgerê ji bo şantiyeyan bi awayekî sexte destûrê didin gel û pereyan kom dikin, hişyarî da.

Hat diyar kirin ti têkiliyan van kesan bi tevgerê re tune ye û bi navê tevgerê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz komkirina pereyan sûc e.

HPG’ê ji gelê Botanê xwest ku bawerîyê bi van kesan nekin.

Back to top button