QSD: Li Cedîd Igêdat 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Bi tevlîbûna Yekîneyên Antî-Teror û hêzê û Hêzên Taybet, QSD’ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyon pêk anî..

Di encamê de li herêma Dêrazorê 2 çeteyên ku destê wan di êrişan de heye hatin girtin..

Têkildarî operasyonê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyanî da..

Li gorî vê,

Li herêma Cedîd Igêdat a girêdayî Dêrazorê, Yekîneyên Antî Terorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê yê dijî hêzên QSD’ê sivîlan êriş pêk anîen, operasyoneke taybet pêk anîn..

Di encamê de 2 çete hatin girtin..

Navenda Raginandinê ya QSD’ê diyar kir ku operasyon bi destekdayîna hewayî ya Koalisyona Navneteweyî hat lidarxistin..

Hat gotin, piştî ku şaneyên veşartî dewriyeyeke hêzên wan kiriye hedef, yekîneyên wan di nava 2 rojan de lêgerînên berfereh li herêmê pêk anîne..

Di operasyona dawî de gelek belgeyên çeteyên ketin destê şervanên QSD’ê..

Back to top button