Berhem Salih: Welat bi sîstema heyî nikare were birêvebirin

Serokomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ku welat bi sîstema heyî nikare were rêvebirin û hilbijartina 10’ê Cotmehê jî weke xalek girîng binav kir.

Berhem Salih di Foruma Rafîdeyn ya bi navê “Çareserî” ku li paytext Bexda hate lidarxistin de axivî.

Salih îşaret bi hilbijartina 10’ê Cotmehê kir û wiha got:

Ji bo Iraq bigihêje cihekî hîn baştir ev hilbijartin, “xala zivirînê” ye.

Serokomarê Iraqê da xuyakirin, ku ew dixwazin destûra bingehîn tevî aliyên erênî yên hêzên siyasî û beşeke girîng a civakê bê guhertin.

Êdî negengaze bi destûra bingehîn û sîstema heyî Iraq were birêvebirin.

Hilbijartina pêşwext û guhertina destûra bingehîn divê ji bo zêdekirina kalîteya xizmetê ya li welêt û başkirina rewşê bibe xalek vegerê.

Hilbijartin di heman demê de ji bo çareseriya krîzên berhevkirî jî bûyerek e.

Back to top button