Dewleta Tirk a dagirker a tevahiya sînorê navbera Rojava û Bakur dîwar lê kiriye, niha jî di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de dîwar lê dike û beşek ji vî dîwarî qedandiye.
Dagirkerên Kurdistanê cara pêşî di sala 1639’an de bi Peymana Qesrî Şîrîn a di navbera Osmanî û Îranê de Kurdistan kirin du parçe.
Bi peymana Lozanê a di sala 1923’an de jî axa Kurdistanê li çar dewletan hat dabeşkirin.
Sînorên mîna xencereke bi jehre li nava dilê Kurdistanê hatin xistin, Kurd û Kurdistanî mîna bi şûrekî bê rehm bêne ji hev parçekirin, hatin dabeşkirin.
Paşê ev sînor bi têlên rêsayî û mayînan hatin zexmkirin û kirin ku malbatên ketin ber vê xetê ji hev cihê bibin û bi demê re ji hev re bibin xerîb û heta nikaribin hev bibînin.
Di van çend salên dawî de dewleta Tirk a dagirker li tevahî sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê dîwarek lê kir û ev jî bi alîkariya pereyên Yekîtiya Ewrûpayê pêk anî.
Niha bi heman alîkariyê, dewleta Tirk a dagirker li tevahî sînorê di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de dîwar lê dike.
Ne tenê dîwar lê dike, di heman demê de bi berfirehiya 30 kîlometir erdê navberê hewl dide dagir bike û Kurdan bi temamî ji hev qut bike û li xeta navberê çeteyên xwe bi cih bike.
Dîwarê em qala wî jî dikin 3 metro bilind e, nîv metro berfireh e, û her yek ji blokê dîwar jî 7 ton giran e.
Li sînorê di navbera Bakur û Rojhilat de jî ku 560 kîlometre ye, 43 kîlometir niha temam bûye.
Bi vî pîlanî, weke çawa berê kiribûn, niha jî xizm û malbatan ji hev qut dikin.
Şêniyê gundê Meleyan ê navçeya Şemzînan a Colemergê Celîl Alan got ew dixwazin dîwar were rakirin.
Şêniyê bi navê Mûhacîr Kiliç jî diyar kir ku ji ber diwar ew nikarin biçin şîna xizmên xwe jî