Li bajarokê Babê di navbera çete û sivîlan de şer derket

Li herêmên dagirkirî alozî kêm nabe û hêrsa gel ya li dijî dagirkeran jî zêde dibe. Li Bajarokê Babê yê dagirkirî, şer û pevçûn di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk û sivîlan de derket.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundê Hizwanê yê Babê, piştî ku çeteyên El-Hemzat mala sivîlekî desteser, di navbera komeke sivîlan û çeteyan de şer derket.

Çeteyên El-Hemzat bi armanca ku mala wî sivilî bixin baregeh, hemû tiştên di malê de dizîn û dest danîn ser malê.

Dema ku xwediyê malê daxwaza mala xwe kir, çeteyên El-Hemzat gule lê barand.

Di encamê de xwediyê malê di lingê xwe birîndar bû.

Piştî wê xizmên kesê birîndar destwerdan kir û şer di navbera wan û çeteyan de derket.

Di encama şer de gelek kes birîndar bûn.

Hat ragihandin hê jî alozî dewam dike.

Back to top button