Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya gundê Mareduy a Silêmanî bombe li wesayîta welatiyên sivîl barand.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya gundê Mareduy a herêma Pişderê bombe li wesayîteke sivîl barand.
Têkildarî êncamên êrişê de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 24’ê Tebaxê jî li dijî herêmên Şarbajar û Pêncwên yên bi ser Silêmaniyê êrişên hewayî hatibûn kirin.