KON-MED’ê banga tevlîbûna çalakiyên dijî dagirkeriya Tirkiyê kir

Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Almanyayê (KON-MED) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê banga tevlîbûna çalakiyên dijî dagirkeriya Tirkiyê kir.

KON-MED’ê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber polîtîkayên hêzên modernîteya kapîtalîst û netewedewletan, Rojhilata Navîn veguheriye derya şer.

KON-MED’ê got:

“Li hemberî êrişên qirkirinê ku di asta Şerê Cîhanê yê 3’an de ye, bi taybetî yekîtiya Kurdan dikare sedsala 21’ê bike sedsala aştî, biratî, azadî, demokrasî û sedsala Kurdan.”

KON-MED’ê destnîşan kir ku rejîma Tirkiyê di dema herî metirsîdar û hilweşîner de ye û wê teqez têk biçe.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Almanyayê (KON-MED) di serî de gelê Kurd bang li hêzên li dijî faşîzmê hemûyan kir ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyên 1’ê Îlonê bibin.

Back to top button