Dagirkeran gundê Miaelek û kampa Eyn Îsa topbaran kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê navber dewam dikin. Artêşa tirk a dagirker îro careke din gund û kampa Eyn Îsayê topbaran kirin û êrişî erebeyên sivîlan kir. Ciwanê bi navê Salar Osman jî ji ber îşkenceya ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve jiyana xwe ji dest da.

Ji Efrîn, Şehba heta Til Temir û Eyn Îsayê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê dewam dikin.

Dagirkeran îro careke din bi çekên giran êrişên dijwar pêk anîn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mielek û kampa Eyn Îsayê yên girêdayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Dagirkeran rojavayê Eyn Îsa topbaran kir

Beriya wê bi saetekê jî dagirkeran, gundê Xalidiyê û rêya M4 li rojavayê navçeyê, topbaran kir.

Dewleta Tirk erebeyên sivîlan kirin armanc

Tevî topbaranê, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî 2 erebeyên sivîlan yên li ser rêya M4 kirin.

Artêşa dagirker gundên Til Temirê topbaran kirin

Doh jî gundên Til Tewîl û Til Gerebêt ên Asûriyan yên rojavayê Til Temirê, bi çekên giran topbaran kirin.

Leşkerên dewleta Tirk ciwanek kuşt

Li aliyê din, dema ciwanê bi navê Salar Osman 28’ê Tebaxê dema hewl dide derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê cendermeyên dewleta Tirk a dagirker ve hat girtin û îşkencekirin.

Salar Osman li ser vê yekê rakirin nexweşaneyeke Qamişlo.

Ji ber îşkenceyê Salar Osman vê sibê, jiyana xwe ji dest da.

Back to top button