Li Dersimê agirê ku leşkerên Tirk bi daristanê xistibû belav dibe

Dewleta Tirk tevî hemû êriş û cureyên qirkirinê xwezaya bakurê Kurdistanê jî dişewitîne. Di encama operasyonên artêşa Tirk de li gelek deverên Bakurê Kurdistanê agir bi daristanan ketiye. Dewleta Tirk destwerdana şewatan nake û nahêlin ku xelkên herêmê jî şewatê vemirîne.

Agirê ku di encama operasyona dewleta Tirk de 17’ê tebaxê li bejahiya navçeya Xozadê dest pê kir û li gundên ser bi navçeya Pulurê belav bû, dewam dike.

Ji ber nerazîbûna raya giştî piştî 13 rojan hewldana ji bo vemirandina şewatê dest pê kir.

Doh jî li qadên Kaniya Firtina Welî ya li Geliyê Mûnzûrê û Çemê Roj ê li Geliyê Pîlemuriyê agir bi daristanê ket.

Şewata li Geliyê Mûnzûrê bi bandora bayê zû belav dibe.

Serê sibehê, xelkê herêmê li gel tîmên agirkuj ên Şaredariya Dersimê dest bi vemirandina şewatê kir.

Şewata li Geliyê Pîlemuriyê du roj in dewam dike û heta niha ji bo vemirandinê tiştek nehatiye kirin.

Rayadarên AKP’ê jî bi vîdyoyên montajkirî dixwazin milet bidin xapandin

Serokê AKP’ê yê Dêrsimê Sercan Ozaydin jî li ser hesabê xwe yê medya civakî vîdyoya tefandinê belav kiribû, lê derketibû holê ku vîdyo montajkirî ye.

Li ser medya civakî jî ev vîdyoya montajkirî rastî tinaziyek mezin hat.

Li navçeya Xolxol a Çewlikê jî şewata ku duh li gundikê Xarsakê yê gundê Conagê rû da, bi bandora bayê li herêmê belav dibe.

Li herêma Bestayê ya Şirnexê şewata ku duh derketibû didome

Her wiha li Qurta Xanê ya ku dikeve Herêma Bestayê ya Şirnexê şewata ku duh derketibû didome.

Li gorî çavkaniyên herêmî piştî operasyona leşkerî ya artêşa Tirk şewat derketiye.

Heta niha sazî û dezgehên rayedar destwerdan li şewatê nekirine û bi hinceta “herêm qedexe ye” destwerdana xelkê derdorê jî tê astengkirin.

Li gundê Mêhrîna ya herêma Bestayê jî, 5 roj bêriya niha di encama bombebarana balafiran de şewat derketibû bi xwe vemiriye.

Li herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê agir bi daristanê ketiye

Li herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê jî agir bi daristanê ketiye.

Çavkaniyên li herêmê diyar kir ku sedemê şewata ku di saetên serê sibê de derket ne diyar e.

Back to top button