Ji ber şikandina boriyên avê vekirina projeya ava Firatê hate taloqkirin

Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya piragirêka ava Hesekê ji çemê firatê bi dirêjahiya 180 km xeteke avê anî bajêr. Lê ji ber şêniyên gundê Ecacê yên Şedadê boriya avê şikandine dayîna avê heta sererastkirina pirsgirikê hat bipaşxistin.

Ji bo gihandina avê ji şêniyên kantona Hesekê re, Rêveberiya Xweser di nava xebatan de ye û dest bi projeya kişandina ava çemê Firatê ji navçeya Siwer ê Dêrazorê kir da ku avê bigihîne stasyona Ezîziye ya Hesekê.

Nûçegihanê me Mûhened Îbrahîm derbarê pirojeya Ava firatê tevlî bernameya Îroj a televizyona me bû û diyar kir ku rêveberiya xweser ji çemê firatê bi dirêjahiya 180 km xeteke avê anî bajêr..

Macîde Emîn: Piştî cerbandinê wê av bighêje Hesekê

Girêdayî mijarê, Hevseroka Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya Hesekê Macîde Emîn diyar kir ku piştî ceribandina projeya kişandina avê ji çemê Firatê, ewê avê bidin hinek taxên bajarê Hesekê û got:

“Em stasyonên Şedad û Mergedayê sererast dikin da ku avê bigihînin herêmên li başûr.

Ev çareserî demkî ne û ne alter-natîfên stasyona Elok e. Ji ber ku Elok stasyona sereke ye ku avê dide herêma Hesekê.”

Mecîda têkildarî sedemên derengmayînê jî ev tişt anî ziman:

“Ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Firatê qut dike, rêjeya wê kêm dibe. Di encamê de stasyonên kehrebeyê jî baş naxebitîn.”

Back to top button