YNK’ê salvegera 25. komkujiya Hewlêrê bi daxuyaniyekê bibîr anî

Polîtbûroya Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) bi boneya 25’emîn salvegera xiyaneta 31’ê Tebaxa 1996’an bi daxuyaniyek bibîr anî.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 25 sal di ser xiyaneta 31’ê Tebaxê re derbas dibe û hîna birînên vî sûcê niştîmanî û netewî bi temamî sax nebûne.

Her wiha hat gotin ku di êrişa artêşa rejima Sedam Hisên a bi alîkariya PDK’ê ya li ser Hewlêrê de bi dehan pêşmerge û fermandarên YNK’ê her wiha opozisyona Iraqê û têkoşerên rizgariyê şehîd bûn.

Back to top button