Kongira Star: Armanca dagirkeriya Tirk şikandina vîna jinê ye

Bi diruşma “Bi rihê berxwedana şehîd Sosin em ê dagirkeriyê têk bibin û azadiya rêber Apo misoger bikin” Kongreya Star a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de berdevka Kongreya Star, nûnerên nivîsgehên jin ên Şehba, Heleb, saziyên sivîl û partiyên siyasî yên taxên Şêxmeqsûd Eşrefiyê yên Helebê amade bûn.

Civîn li hola Star Laghat a li herêma Şiqeyêf hat lidarxistin.

Di civînê de Berdevka Kongra Star Rezmiye Mihemed li ser siyasetên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmên dagikirî û doza Kurd axivî û got,

“Doza Kurd bi rêya pêşketina rola tevgera Kurd di aliyên siyasî, leşkerî û dîplomasî de derbasî qonaxeke dîrokî bûye.”

Têkildarî siyasetên ku dewleta Tirk li dijî jinan dimeşîne Remziye Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk jinan dike armanc ji ber ku jinan di şoreşê de pêşengtî kir.

Piştre beşdaran rewşa rêxistinî nirxand û da zanîn ku divê jin werin perwerdekirin û dîroka xwe binasin.

Back to top button