LI NAVÇEYA ŞIYÊ ÇETE HEZAR DOLARAN LI SER ŞÊNIYAN FERZ DIKIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kirinên xwe roj ji rojê zêdetir dike. Di vê der barê de Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê raporek weşand. Rapora navendê binpêkirinên li hemû navçeyan girt dest.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê binpêkirinên xwe didomîne û asta wan jî bilind kiriye.

Di vê der barê de Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê raporek weşand.

Rapora navendê binpêkirinên li hemû navçeyan digre dest.

Li navçeya Şiyê çeteyên bi navê “Sultan Silêman Şah” ango El-Emşat bi ser malên şêniyan de girt.

Di serdegirtinê de çeteyan hişyarî dan şêniyan da ku ji xaniyên xwe derkevin an jî wê 1000 dolarên Emerîkî bidin çeteyan.

Şêniyên hatin hişyarkirin navê wan wiha ne;

Rif’et Xelîl

Fewzî Icê

Sêfedîn Icê

Ismet Osman

û Mamo Mûsa.

Li gundê Çeqelê Ortê yê heman navçeyê şêniyê bi navê Mihemed Menan Betal ê 65 salî hat revandin.

Ji bo serbestberdana wî jî, çeteyan ji malbata wî 3 hezar dolar xwestin.

Her wiha çeteyan ji şêniyên bi navê Mihemed Arêf Ekarî 1000 dolar bi darê zorê standin.

Li heman navçeyê û bi taybetî li gundên Merwaniyê , Hêkcê , Anqelê û Senarê qedexeya derketina derve, revandin, destdanîna ser mal û milkan û ferzkirina bacan didomin.

Tê zanîn binpêkirinên li van gundan ji aliyê çeteyên bi navê “Lîwa El-Weqas” tê kirin, serçeteyê wê jî Abdo Şewax e.

Leave a Reply

Back to top button