Saziyên navneteweyî amade ne piştgiriya Lîbyayan di bidawîkirina şerê çekdarî de bikin

Nûnerê NY`yê yê taybet bi Lîbyayê Jan Kubis diyar kir ku civak û saziyên navneteweyî amade ne piştgiriya lîbyayan di dawîkirina şerê çekdarî de bikin.

Jan Kubis di kongreya li Cezaîrê hat lidarxistin de anî ziman “çavdêrên agirbestê wê li Lîbyayê werin belavkirin” û da zanîn hewldanên lidarxistina hilbijartinên ku her kes encamên wê qebûl bike, hene.”

Wezîra Karê Derve ya Lîbyayê Necla Minqûş jî anî ziman “Lîbya bi rêya hikumetek niştimanî ya ku ji hêla cîhan û neteweyan ve hatiye pîrozkirin gihîştiye mafê xwe yê niştimanî yê yekemîn.”

Kongre îro di roja xwe ya 2. de berdewam dike.

Yekitiya Qebîleyên Lîbyayê: Dewleta Tirk destekê dide terora li ser Lîbya û Tûnisê

Di derbarê mijarê de Yekitiya Qebîleyên Lîbyayê bi daxuyaniyek dan.Yekitiyê di daxuyaniyê de ev tişt got: ” Dewleta Tirk destekê dide terora li ser Lîbiya û Tûnisê, û bi balafiran çete û terorîstan dişînin welatê wan.

Dewleta Tirk çend sîxurên ku xwe firotine û dev ji rûmeta xwe berdane, bi kar tîne. Divê dewletên nevneteweyî vê yekê bibînin.

Back to top button