Piştî 20 salan..Artêşa Amerîkî bi temamî ji Kabulê vekişiya-HAT NÛKIRIN

Amerîka bi temamî ji Efxanistanê vekişiya. Çarenûsa Efxanan û biyaniyên asêmayî hêj nediyar e. Wezîrê Derve yê Amerîkî dibêje ew ê ji Qeterê alîkariyê bidin derketina Efxan û biyaniyan. Konseya Ewlekariyê jî bangê li Talîbanê dike ku ti astenhiyan li ber derketinê dernexe.

Piştî 20 salan, Amerîka ji Efxanistanê vekişiya.

Fermandariya Navendî ya Amerîkî vê sibehê wêneya derketina leşkerê dawî belav kir.

Kenneth Mckenzie: Berî vekişînê me çek û amûrên xwe rûxandin

General Kenneth McKenzie got berî derketinê, wan 73 balafir, 70 erebeyên zirxî, 27 erebyên Humvee û pergaleke berevaniyê rûxandin.

Piştî vekişînê, Talîbanê balafirgeha Kabulê bi temamî kontrol kir.

Anthony Blinken: Em ê ji qeterê alîkariya Efxan û biyaniyan bikin

Waşingtonê nêzî 6 hezar Amerîkî ji Efxanistanê derxistin û li gor agahiyan niha bi sedan kes hêj li wir in.

Wezîrê Derve Anthony Blinken da xuyakirin ku wan dîplomatiya li Kabulê ragirt.

Blinken anî ziman ew ê ji Dewhaya paytexta Qeterê alîkariyê bidin bo derketin Amerîkiyên mayî û Efxanên ku dixwazin derkevin.

Serokê Amerîkî Joe Biden jî destnîşan kir ku divê Talîban korîdoreke bi-ewle bo Efxanên ku dixwazin derkevin, dabîn bike.

Ji bilî Amerîkiyan, welatiyên gelek welatan li Efxanistanê asê mane.

Konseya Ewlekariyê: Divê Talîban li ber derketina Efxan û biyaniyan astengiyan dernexe

Konseya Ewlekariyê duh biryarek derxist û ji Talîbanê xwest ku li ber derketina Efxan û biyaniyan nebe asteng.

Çîn û Rûsyayê biryara Konseyê ji ber hin sedeman red kir.

Piştî vekişînê, li 90 malnişînên Amerîkî daxwaznameyekê banga îstîfaya Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin û Serokê Desteya Erkanan a Hevbeş Mark Millie kir.

Talîbanê keyfxweşiya xwe ji vekişîna DYA parve kir

Berdevkê Talîbanê eşkere kir ku Amerîka jî di nav de, bang li hêzên cîhanî kir da ku rêya pêşxistina pêwendiyên dîplomatîk li gel wan esas bigrin.

Rayedarekî din ê Talîbanê Enes Hakkanî jî bi van gotinan kêfxweşiya xwe parve kir:

Dagirkeriya 20 salan a Amerîka û NATO bidawî bû.

Bi derketina artêşa Amerîkayê de êdî kontrola balafirgeha Kabulê jî ket destê Talîbanê.

Ev jî tê wateya ku hêviya revê ya bi deh hezaran Efxanî jî bidawî bû.

Weke encamê,

Ji bilî kuştin, xizanî, koçberî û hêviyên pûç, destwerdana 20 salan a Amerîkayê tişteke din li pey xwe nehişt.

Û niha gelê Efxan di navbera tûndiya desthilata Talîban û metirsiya êrişên DAIŞ’ê de maye.ر

Back to top button