Li dijî kampa Êzidiyan ya li Zaxo êrişke hewayî pêk hat

Li dijî kampa Êzidiyan ya li Zaxoyê êrişeke hewayî pêk hat. Di encam de 2 kes jiyana xwe ji dest dan kesek jî birîndar bû.

Li gorî Rojnews, li dijî kampa Êzidiyan a Qadiya ku dikeve Başûrê Zaxoyê balafirake bêmirov êriş pêk aniye.

Şêniyên kampê ragihandin ku êriş ji aliyê balafireke bêmirov ve pêk hatiye. Lê li gorî hinek ragihandinên Başûr jî teqîn rûdaye.

Heman çavkaniyê ragihand ku kuştî û birîndar jî hene û êriş li dijî mala berpirsekî PDK’ê yê Êzidî pêk hatiye.

Têgotin ji heman malê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, kesek jî birîndar bûye.

Hate ragihandin piştî bûyerê gelek ambûlans derbasî kampê bûne û xetên ceyranê jî qut bûne.

Ev agahiyên hatine dayîn, hîn bi temamî ne hatine piştrast kirin û Rêveberiya Asayîşa Zaxoyê jî têkildarî mijarê hîn daxuyanî ne daye.

Back to top button