Di 24 saetên dawî de li Deraa derdora 19 leşkerên hikûmeta Şamê di navbera kuştî û birîndar de çêbûne. Di topbarana li ser Derayê de jî 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan derbarê mijarê de, ragîhand ku çekdaran 2 êrîş li dijî bargehên leşkerên Artêşa Hikûmeta Şamê pêk anîn.
Di encamê de 7 leşker hatin kuştin û 12 birîndar bûn.
Çavdêriyê da diyarkirin ku êrîşên behsa mijarê li dijî sengerên hikûmeta Şamê yên li Senemeyîn, Dera El-Beled û Derdora Tefes ên Derayî pêk hatine.
Di topbarnê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çavdêriyê her wiha destnîşan kir ku hêzên hikûmeta Şamê pêr û duh taxên bajarê Dera topbaran kirin.
Di encamê de herî kêm 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de bajaroka Celîn a rojavayê Derayê jî ji aliyê hêzên hikûmeta Şamê ve hate topbarankirin.
DI encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da.