
Şervanê Hêzên Erka Xweprasatinê Beşîr Xeşan li Dêrazorê di kemîna şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bû.
Bi sedan şêniyên Til Hemîs û Til Birak cenazeyên şehîdan ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Til Hemîsê ve ketin rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê, Meclisa Malbatên Şehîdan û malbata şehîd axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn soza şopandina xeta şehîdan dan.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava sloganan de spartin axê.