Yûsif Erîme: Dewleta Tirk dixwaze herêmê vala bike

Cîgirê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîme dibêje, dewleta Tirk bi êrişên dibe ser gundên rojhilatê Babê dixwaze şêniyan bide koçberkirin.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Danyel Kobanê jî der barê êrişên dema dawî yên dewleta Tirk de agahî dan û anî ziman ku êrişên dewleta Tirk li dijî gundewarên rojavayê Girê Spî, gundewarên rojhilatê Eyn Îsa û rêya M4 zêde bûne.
Herweha Danyel Kobanê da zanîn ku di êrişan de çekên giran ên mîna obîs, mûşek, hawan, tank û doçke têne bi karanîn.

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de êrişên xwe li dijî bakûr û rojhilatê Sûriyê zêde kirine û rasterast sivîlan dike armanc.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî gundên rojhilatê Babê û gundewarên bakurê Minbicê Cîgirê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîme axivî û got:

”Dewleta Tirk di êrişên xwe de çekên giran mîna hawan, obîs, mûşek, tank û doçkeyan bi kar tîne û bi vê dixwaze xelkê sivîl ê li herêmê bide koçberkirin.

Yûsif Erîme diyar kir ku xelkê sivîl ê li herêmê li hemberî êrişan li ber xwe dide, dev ji xaka xwe bernade û anî ziman ku ew ê jî weke hêzên eskerî heta dawiyê bergiriya xelkê bikin û wan ji êrişan biparêzin.

Li aliyê din, dewleta Tirk a dagirker di meha Tebaxê de zêdetirî 60 carî gundewarên rojavayê Girê Spî jî bi dijwarî da ber topan.

Li ser vê yekê, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Danyel Kobanê da zanîn ku Dewleta Tirk her ku diçe êrişên xwe li dijî gundewarên Girê Spî zêde dike û baregehên xwe yên leşkerî li bereyên şer û ser rêya M4 zêde kirine.

Daniyel Kobanê agirbesta heyî ya di navbera aliyan de bi bîr xist û diyar kir ku dewleta Tirk agirbestê bin pê dike û got: dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze bereya xwe ya dagirkeriyê fireh bike û şêniya ji cih û warê wan bide koçberkirin.

Back to top button