Mustafa Karasu: Iraq, PDK û NY li hember êrişên li ser Şengalê bêdeng in

Endamên Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu qebûlkirina statuya Şengalê weke erka mirovahiyê binav kir.
Karasu anî ziman ku mirovahî li pêşberî Êzidiyan xwedî berpirsyarî ye û wiha got:
Rêya naskirina statuya Şengalê, bidawîkirina êrişên dewleta Tirk e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu bu mêvanê bernameya taybet a Televîzyona Medya Haberê û mijarê di rojevê de nirxand.

Rojeva sereke a Mustafa Karasu êrişên li dijî Şengalê û têkoşîna ji bo parastina Civaka Êzdî bû..

Karasu êrişên demên dawî yên li ser Şengalê bi bîr xistin û wiha got:

Iraq, PDK, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî bê helwest in.

Bi vê bêdengî û xemsariyê, êrişên Tirkiyê têne rewakirin. Wekî din dixwazin ku Peymana 9’ê Cotmehê li ser civaka Êzdî ferzkirin bikin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê di axaftina xwe de bi taybet li ser helwesta PDK’ê ya li hemberî civaka Êzdî rawestiya axivî û wiha dewam kir:

“PDK Êzdiyên ji Rêber Apo hez dikin weke dijmin dibîne. Wan weke hêzên dij qanûnî binav dike.

YBŞ ji zarokên civaka Êzdî pêk tê. Ew ji aliyê HPG, YJA Star û YPG’ê ve hatin perwerdekirin.

Ew hêza xweparastinê ya Êzdiyan e. Baş vê hêzê çi kiriye? Şengal ji DAIŞ’ê rizgar kiriye û niha PDK’ê dijberiya wê dike.

Bi gotina, ‘PKK’ê hêzeke ne qanûnî li Şengalê’, PDK’ê hevkariyê li gel dewleta Tirk dike da ku êrişî Şengalê bike.

Êrişa li dijî sivîlan sûcekî giran e. PDK bêdeng e. Eşkere ye ku PDK hevparê van êrişan e. Eger ne hevpar be bila li ber rabe.

Mustafa Karasu: Naskirina statûya Şengalê berpirsiyariya mirovahiyê ye

Mustafa Karasu durûtiya hêzên cîhanî yên li hemberî civaka Êzdî jî wiha niraxand:

Li hemberî êrişên li dijî Şengalê bê deng in. Di rewşeke wiha de ti wateya pênaseya wan a naskirina qirkirina Êzdiyan namîne.

Eger fermana li dijî Êzdiyan weke qirkirin binav dikin wê demê divê statuya wan nas bikin.

Şengal niha navenda Êzdiyan e, her roj êriş li dij tê kirin. Çima dengê xwe nakin? Ev yek bi rastî jî cihê şermê ye.

Karasu beramberê vê xemsariyê îşare bi girîngiya hevgirtina gelê Êzdî kir û wiha got:

“Rêya naskirina statuya Şengalê, têkoşîna bi hêza a Civaka Êzdî bixwe ye.

Eger ev pêk were, wê demê dê hemû cîhan xweseriyê nas bike.

Ji ber vê çendî divê gelê me ê Êzdî yekîtiya xwe biparêzin. Nêrîna xwe ya siyasî çi dibe bila bibe, nêzî kîjan partiyê dibe bila bibe, têkiliya xwe bi kê re hebe bila hebe, divê Êzdî cudahiyên xwe deynin aliyekî û li hev bicivin.”

Back to top button