31’ê Tebaxa 1996’an..Hewlêr bi tangên Sadam hate dagirkirin

Beriya vê bi 27 salan bajarê Hewlêrê ket binê desthilata PDK’ê. Lê ev yek ne encama şerê li dijî hêzên dagirkerên Kurdistanê pêk hat. Şerê Hewlêrê, êrişa hêzên PDK’ê û rêjîma Baas a li dijî Yekîtî Niştimanî Kurdistanê bû. Ji ber vê çendê ev êriş ji aliyê YNK û beşek gelê Başûrê Kurdistanê weke xiyaneta 31’ê Tebax’ê tê binavkirin..

Bi destpêkirina şerê Kendavê re, gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê li hemberî rêjîma Baas rabû serhildanê..

Pêvajoya Raperînê ku li Ranyayê destpêkir, bi demê re li bajarên din belav bû..

Bi taybet piştî ku herêma Kurdistanê kete nava sînorê xeta parelel a 36’an, tevgera gelê Kurd a li dijî rêjîma Baasê jî zêde bû..

Wê demê bi tevlîbûna YNK, Hizbî Sosyalîst û Hizbî Şûî hêza binavê Bereyî Kurdistanî hat avakirin..

Weke armanca sereke a vê Bereyê, bajarê Hewlêr ji rêjîma Baas hat paqijkirin û bû paytexta herêma Başûrê Kurdistanê..

Piştî Hewlêrê, Sekreterê YNK’ê Mam Celal Talabanî biryarê dide bajarê Kerkûkê jî rizgar bikin û bi vê armancê hêzên pêşmerge pêşde diçin..

Li hemberî vê, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî 22’yê Tebaxê nameyekê ji Seddam Huseyîn re dişîne û jê daxwaz dike da ku Hewlêrê ji hebûna hêzên YNK’ê paqij bike..

Piştî çend rojan Barzanî diçe Bexdayê û li ser mijara dagirkirina Hewlêrê peymanekê bi Sedam re mohr dike..

Di encamê de, 31’ê Tebaxa 1996’an artêşa Iraqê ji Mûsil û Kerkûkê bi 150 tangî û bi 30 hezar leşkerî ket Hewlêrê.

Di ketina bajêr de, hêzên PDK’ê li ser rêya Hewlêr-Giwêrê 13 pêşmergeyên YNK’ê bi saxî girtin û dane ber guleyan..

Ji ber vê yekê di serî de li taxa Ankawa li gelek deveran şer çêbû.

Her çendî encama rasteqîn a şer nehate eşkerekirin jî lê paşê hate gotin, 450 kes hatin kuştin û 200 kes jî birîndar bûn.

Wê rojê serokê PDK’ê encama êrişê bi van gotinan parve kir:

Ji bo Hewlêrê me Baas re tifaq danî û bajar ji Celaliyan paqij kir.

Beriya 31’ê Tebaxa 1996’an Silêmanî, Hewlêr, beşek ji Helepçe, Ranya, Qeladiz, herêma Qendîlê, Pêncwîn û gelek deverên din di destê YNK’ê de bûn.

Deverên di bin kontrola PDK’ê de jî ev bûn:

Duhok, Zaxo, Soran û beşekî Helebçe..

Back to top button