KCK’ê: PDK’ê êrişên dewleta Tirk rewa nîşan dide

Komîteya Pêwendiyên Derve a KCK’ê ragihand ku êrişa li dijî Kampa Qadiya a Êzdiyan ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin. Komîtê ragihand ku tevî vê jî PDK’ê hewl dide dewleta Tirk pak nîşan bide û got, Ji ber helwestên wê yên provokatîf em PDK’ê şermezar dikin.

Komîteya Pêwendiyên Derve a KCK’ê têkildarî êrişa şeva 30’ê Tebaxê ya li dijî Kampa Qadiya a Êzdiyan daxuyaniyek da..

Komîtê ji malbatên qurbaniyên li Kampê re sersaxî xwest û wiha got:

Êzdiyên ku ji êrişa qirkirinê ya DAIŞ’ê xelas bûn xwe spartin Kampa Qadiya a girêdayî bajarê Zaxo.

Şeva 30’ê Adarê li vê Kampê teqînek rû da û di encamê de 2 zarok jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn..

Di vê rewşa giran de em careke din dûbare dikin ku em ê her piştevaniya gelê xwe ê Êzdî bikin.

Komîtê diyar kir ku şahidên bûyerê teqîn weke encama êrişeke artêşa Tirk binav kirine û wiha dewam kir:

Tevî şahidiya xelkê Kampê jî hê di kêliya pêşî ya bûyerê de hin rayedarên herêmî yên PDK’ê xwestin PKK’ê weke berpirsiyar nîşan bidin.

Ev helwesteke provokatîf e. Weke her carê dîsa rayedarên PDK’ê ketin nava hewldanên pakkirina dewleta Tirk.

PDK’ê ya ku li hemberî êrişa 16-17 Tebaxê a li dijî nexweşxaneya Şengalê deng dernexist, yekser PKK’ê weke berpirsiyar teqîna li Kampa Qadiya nîşan da.

Em vê helwesta PDK’ê weke plankirî dibînin û şermezar dikin.

KCK’ê: Divê hikumeta Iraqê û PDK lîstikên li ser Êzidiyan bi dawî bikin

Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê bal kişandin ser dema pêkanîna êrişê û wiha dewam kir:

“Piştî civîna Iraqê û serdana Serokkomarê Fransayê Macron êriş pêk hatiye. Hin rayedarên PDK’ê bi bayê bezê hewl dane ku bûyerê bixin stûyê tevgera me, nîşaneya wê yekê ye ku beriya rûdanê ji vê agahdar bûn.

Ji ber vê, em bang li gelê me dikin ku li dijî daxuyaniyên provakatîf xwedî helwest bin û rayedarên PDK’ê şermezar bikin.

Li aliyê din vê bûyerê nîşan daye ku vegera gelê Êzdî ji bo Şengalê çendîn ferz e.”

Komîteya Pêwendiyên Derve a KCK’ê di serî de hikûmeta Iraqê, PDK, bang li hêzên navnetewî kir ku dev ji lîstikên xwe yên li ser gelê Êzdî berdin û piştgiriyê bidin daxwazên rewa ên gelê me yê Êzîdî.

Back to top button