Dewleta Tirk li zanîngeha Ezazê beşê zimanê Tirkî zêde kir

Li herêmên dagirkirî siyaseta tirkkirinê ya sîstematîk dewam dike. Dewleta Tirk li “Zanîngeha Ezazê” ya Sûriyê beşê zimanê Tirkî zêde kir.

Ji destpêka ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê dagir kiriye siyaseta tirkkirinê bi rêya avakirina zanîngeh, dibistan û fêrkirina zimanê Tirkî , pêk tîne.

Ev jî hewldanek desthilata Erdogan e ku hewl dide serdema Osmanî vegerîne.

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê got, rêveberiya zanîngeha bi navê Ezaz a girêdayî “hikûmeta demkî” di sala xwendinê ya nû de hin beşên nû weke fakulteya ragihandinê û beşa zimanê Tirkî li zanîngehê zêde kirin.

Li gorî qanûnên navneteweyî û pîvanên NY`yê ne ji mafê dewleta Tirk e ku biryarên girêdayî rewşa li herêmên Sûriyê yên dagikirî, bistîne.

Back to top button