Li Şedadê 33 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê 33 şehîdên meha Tebaxê ku li cih û dîrokên cuda şehîd bûne, bi bîr anî.

Şênî û Malbatên şehîdan ya navçeya Şedadê beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Di merasimê de ji rêveberên navenda Ewqaf a Şedadê Sabirîn El-Teraf axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got,

“Şehîdan efsaneyên lehengiyê nivîsand, rêya azadiyê vekirin û bi berxwedaniya xwe hêzên dagirker têk birin.”

Her wiha endamê meclisa Leşkerî ya Şedadê Ude El-Hisên jî ev tişt got:

“Şehîd ji bo hemû gelên Bakur û Rohilatê Sûriyê bi azadî û rûmet bijîn, canê xwe feda kirin û em soza şopandina rêya şehîdan, didin.”

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, bidawî bû.

Back to top button