Çeteyan welatiyek ji gundê Ebûdan yê bi ser navçeya Bilbilê ya Efrînê revand

Li Efrîna Dagirkirî, tenê di meha tebaxê de, 4 kes hatin kuştin, 95 kes hatin revandin, û zêdetirî 3000 dar jî hatin birîn û şewitandin. Di çarçoveya guhertuna demografiya Efrînê de jî, dewleta Tirk li gundê Qîbara yê Efrînê, wargehek ku ji 380 mal pêk tê, ji malbatên çeteyan re ava kir.

Li Efrîna dagirkirî, roj bi roj hovîtî û kiryarên dermirovî yên dagirkeran zêde dibe.

Malpera Efrîn Post ragihand ku di 22′ tebaxê de, çeteyan welatiyê bi navê Celal Ebdelah Ibrahîm yê 28 salî, yê ji gundê Ebûdan yê bi ser Navçeya Bilbilê revand.

Hat diyar kirin Celal Ebdelah Ibrahîm beriya çend rojan vegeriyabû Efrînê.

Çeteyan li gundê Alkana yê Raco 75 darên zeytûnê birîn

Hat diyar kirin çeteyan Li Gundê Alkana yê bi ser Navçeya Raco jî, 75 darên zeytûnê yê welatiyê bi navê Ebdilhemîd Mistefa birîn.

Li gundê Birc Evdalo yê Cindirêsê çeteyan bac li ser malbatên Êzidî ferz kir

Hat ragihandin li gundê Birc Evdalo yê bi ser Navçeya Cindirêsê ku nêzî 50 malbataên Êzîdî lê dijîn, çeteyên Feyleq El-Şam bi qasî 100 dolar weke bac li ser her malbateke Êzîdî ferz kir.

Li Navenda bajarê Efrînê jî, çeteyan li Taxa Eşrefiyê, dest danîn ser mala şêniyê bi navê Xidir Mihemed yê 75 salî.

Li gundê Qîbarê wargehek ku ji 380 mal pêk tê ji malbatên çeteyan re hat avakirin

Li aliyekî din, di çarçoveya guhertuna demografiya Efrînê de, dagirkeriya Tirk li gundê Qîbara yê girêdayî Navenda bajarê Efrînê, wargehek bi navê “Kiwêt El-Rehma” ku ji 380 mal pêk tê ji malbatên çeteyan re ava kir.

Hat gotin Komeleya bi navê “Şam El-Xêr El-Insaniye” jî piştgirîya avakirina kampê kiriye.

Di meha tebaxê de, 4 kes hatin kuştin, zêdeyî 95 kes hatin revandin

Tora Çalakvanên Efrînê jî bîlançoya meha tebaxê ya Sûc û binpêkirinên ku li Efrînê hatine kirin, eşkere kir.

Li gorî vê yekê:

– 4 kes hatin kuştin

– Zêdeyî 95 kes, ji wan 19 jin, 4 zarok, 25 kes temenmezin, hatin revandin.

– Êşkence li jineke temenmezin hate kirin.

– 15 mal hatin desteserkirin.

– 2 mal hatin desteser kirin.

– Di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de, wergehek û mizgeftek hatin avakirin û ciheke şûnwarî hate kolandin.

– Zêdetirî li 10 cihan derdor 3000 dar hatin birîn û şewitandin.

Back to top button