Ala Talabanî:Keyfxweşbûna îxaneta 31’ê tebaxê, berdewamîya îxanetê ye

Endama Rêveberîya YNK’ê Ala Talabanî jî bi boneya şerê 31’ê tebaxê, li ser hesabê xwe ê medya dijîtal peyamek belav kir.

Ala Talabanî di peyama xwe de destnîşankir ku 25 sal li ser îxaneta 31’ê Tebaxa 1996’an derbas dibe ku, PDK’ê bi hevkarîya rejîma Baas Hewlêr ji destê YNK’ê derxist û tankên rejîma Baas çûn heta ber derîyê Parlementoya Herêma Kurdistanê,

Endama Rêveberîya YNK’ê Ala Talabanî got;

”Keyfxweşbûna bi îxaneta 31’ê Tebaxê, berdewamkirina projeya xîyanetkarîyê ye.

Tiştên ku niha rû didin jî encama 31’ê Tebaxê ye.

Silav ji bo gîyanê Şehîdên 31’ê Tebaxê û berxwedêrên Kurdayetîya Hewlêrê.

Şermezarî ji bo yên ku tankên rejîma Baas birin nava Parlementoya Herêma Kurdistanê.”

Back to top button