Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên yên li ser herêmê bê navber dewam dikin. Li Babê jî li dijî baregeheke leşkerên Tirk êrişek pêk hat û di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn
Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê roj bi roj zêde dibin.
Dagirkeran îro careke din êrişî gelek deveran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din bi çekên giran gundên Şealê û Samuqa yên girêdayî herêma Şehbayê topbaran dikin.
Di encama êrişekê de li Babê 3 leşkerên tirk hatin kuştin
Dagirkeran doh êvarê jî êriş birin ser gundên Bênê, derdora gundê Ziyaretê Saxanekê yê navçeya Şêrawa.
Li aliyê din li Babê li dijî baregeha Hezwan a leşkerên Tirk yên dagirker a li herêma Babê êrişeke bi moşekan pêk hat.
Hat ragihandin 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Vê sibê jî balafirên şer ku tê gotin yên Rûsyayê ne devereke çeteyan ya li gundê Îska a navçeya Şêrawa ya Efîrnê bombebaran kirin.
Hat diyar kirin cihê ku êriş lê hatiye kirin baregeheke perwerdekirina çeteyên koma bi navê Feyleq El Şam û leşkerên Tirk yên dagirker bû.