li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê şewata li daristanan mezin dibe

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê şewata ku li daristinanan ku di encama operasyonên artêşa Tirk a dagirker de derketine dewam dikin. Li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê şewata li daristanan mezin dibe û destûr nayê dayîn jî ku şewat bê vemirandin.

Ji ber êrişên artêşa Tirk daristanên Bakurê Kurdistanê bi rojane dişewitin.

Li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê destûr nayê dayin ku şewat bê vemirandin.

Li Dersimê, li sê herêmên cuda agir bi daristanan ketiye.

Li bejahiya navçeya Xozadê şewata ku piştî êrişên leşkerî di 17’ê tebaxê de dest pê kir gihişt gundên navçeya Pilûrê.

Tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersimê, rêxistinên civakî yên sivîl û xelkê herêmê ji bo vemirandina şewatê rojên destpêkê çûn qadê, lê belê hatin astengkirin.

Ji ber vê yekê qadeke ji hezaran hektarî şewitî.

Ji ber zêdebûna nerazîbûna raya giştî piştî 13 rojan dest bi vemirandina şewatê hate kirin.

Şewat di roja 15’an de ye û hîn jî dewam dike.

Şewata li Xozadê hîn nehatiye vemirandin, vê carê 29’ê tebaxê li derdora Kaniya Firtina Welî ya li Geliyê Mûnzûrê û Çemê Roj ê li Geliyê Pîlemuriyê agir bi daristanan ket.

Tenê tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersimê û xelkê herêmê hewl didin şewatê vemirînin.

Lê belê bi bandora bayê şewat li qadeke berfireh belav bû.

Ji bo vemirandina şewata li Geliyê Pîlemuriyê heta niha tiştek nehatiye kirin.

Şewat, piştî ku leşkerên Tirk bombe li qadê barandin, rû da.

Li navçeya Xolxol a Çewlikê jî agirê ku 29’ê tebaxê bi daristana li gundikê Xarsak ket hîn jî nehatiye kontrolkirin.

Xelkê herêmê hewl dide bi derfetên xwe şewatê vemirîne, lê şewat hîn jî dewam dike.

Li Bedlîsê jî şewata ku duh li herêma Ava Weqfê rû da hîn jî dewam dike.

Xebatkarekî Miduriyeta Herêmê ya Daristanê ku tevlî karê vemirandina şewatê bûye diyar kir ku hewldana ji bo vemirandinê têrê nake.

Xebatkar anî ziman ku divê tavilê ji hewayê ve dest li şewatê bê werdan û bang li xelkê herêmê kir ku tevlî karê vemirandina şewatê bibe.

Li Şirnexê jî şewata li du herêmên cuda dewam dike.

Li qada Qurta Xanê ya li herêma Bestayê, şewat 29’ê Tebaxê di dema operasyonê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hate derxistin.

Rayedarên ku ji bo vemirandina şewatê tiştekî nakin, her wiha nahêlin ku xelkê herêmê jî şewatê vemirîne.

Şewata li herêma Girêbestkê jî dewam dike.

Back to top button