Li Cezayîrê ser asta wezîran ji bo dewletên cîran dest bi xebatekê hat kirin

Li Cezayîrê ser asta wezîran ji bo dewletên cîranên Lîbyayê dest bi xebatekê hat kirin.
Aliyên beşdar destnîşan kir ku xala sereke ji bo çareseriya giştî li Lîbyayê derketina çete û hêzên biyanî ji welêt e.

Li Cezayîrê doh derbarê rewşa li Lîbyayê, li ser asta wezîran ji bo dewletên cîranên Lîbyayê dest bi xebatekê hat kirin.

Di rûniştina destpêkê de Wezîrê Karên Derve yê Cezayîrê Remdan Leamamre axivî û derbarê rewşa Lîbyayê nirxandin kirin.

Remdan Leamamre: Ji bo derxistina hemû hêzên biyanî divê xebat werin kirin

Remdan Leamamre diyar kir ku hin plan ji aliyê hin hêzên biyanî hene ku destdirêjiya xwe li Lîbyayê fireh bikin ku ser hesabê berjewendiyên stratejî yên Lîbya û cîranên wê jinûve hesengiya navdewletî xêz bikin.

Leamamre destnîşan kir ku tenê riya siyasî dikare aloziya li Lîbyayê çare bike û ji bo derxistina hemû hêzên biyanî ji welêt divê xebat werin kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Cezayîrê Remdan Leamamre got, danûstandinên di çarçoveya vê rûniştinê de wê bihêle ku ji bo bidawîkirina aloziya Lîbyayê û pêkanîna aramiyê pêşniyarên guncaw bidin.

Neclai El-Menqûş: Pirsgirêka herî mezin berdewama hebûna çeteyan li welêt e

Ji aliyê xwe ve, Wezîra Karên Derve ya Lîbyayê Necla El-Menqûş axivî û got, ew hêvî dikin saziyên leşkerî li welat bikin yek.

Neclai El-Menqûş diyar kir ku ewlehiya Lîbyayê ji ewlehiya herêmê ye û destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin berdewama hebûna çeteyan li welêt e.

Nûnerê NY banga tevlîbûna xebatên misogeriya derxistina çete û hêzên biyanî kir

Her wiha Nûnerê Taybet yê NY ji bo Lîbyayê Jan Kubis di axaftina xwe de bang li dewletên cîranên Lîbayê kir ku tevlî xebatên misogeriya derxistina çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê bibin.

Jan Kubis teqez kir ku NY amade ye ku derbarê yekirina hêzên leşkerî li Lîbyayê bikeve hewildanan.

Derbarê hilbijartinên ku di dawiya salê li Lîbyayê pêk werin, Kûbîs got ku hebûna çavdêrin biyanî di rêxistina hilbijartinan de girîng e.

Ehmed Ebû El-Xeyt: Derketina çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê xala herî girîng e

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt jî axivî û piştgirya xwe ji bo çareseriya rewşa li Lîbyayê nîşan da û banga lihevkirina aliyên Lîbî kir.

Ehmed Ebû El-Xeyt got, ji bo çareseriya giştî derketina çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê xala herî girîng e û divê ev tişt bi serperştiya dewletên cîran pêk were.

Back to top button