Koçberên kampa Qadiya ya li Zaxoyê: Êrişa ser kampê Tirkiyê pêk aniye

Koçberekî Êzidî yê kampa Qadiya ya li Zaxoyê ku şahidê êrişa hewayî ya şevê din li ser kampê ye got, êriş Tirkiyê pêk aniye, lê ji tirsa asayîşa PDK’ê nikarin rastiyê bêjin. Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê Cebar Yawer jî got ku artêşa Tirk bi kûrahiya 45 kîlometre ketiye nav xaka Iraqê û anî ziman ji ber êrişên Tirkiyê 450 gund vala bûne. 

Şevê din di saetên dereng ên şevê de li dijî kampa Qadiya ya Êzidiyan a li Başûrê Zaxoyê êrîşek pêk hat.

Li gorî şêniyên kampê, êrîş ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatiye kirin.

Hinek şêniyên kampê ragihandin ku berê dengê teqînê were, wan dengê balafiran bihîstiye, piştre dengê teqînê hatiye.

Koçberek Êzidî diyar kir hemû şêniyên kampê dizanin ku balafiran êrîş kiriye, lê ji tirsa asayîşa PDK’ê nikarin dengê xwe bikin û got ku sedî 80 êrîş ji aliyê balafirên Tirkiyê ve pêkhatiye.

Koçberê Êzidî da zanîn, dema nû êrîş pêk hat, asayîş yekser hate cihê bûyerê û destûr neda kes nêzî cihê bûyerê bibe û got:

“Em nizanin asayîş û ragihandina PDK’ê çima êrişa hewayî weke teqîn dide nîşandan. Ev berovajîkirine û ti peywendiyeke xwe birastiyê re nîne.”

Hat gotin ku zarokek keç û kur ku xwişk û bira ne, di êrişê de jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî heya niha bi zelalî nizanin.

Cebar yawer: Artêşa Tirk bi kûrahiya 45 kêlometre ketiye nav xaka Iraqê

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Hikumeta Başûrê Kurdistanê Cebar Yawer jî, li Bexdayê tevlî panelek bû û behsa dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê kir.

Cebar Yawer got:

“Artêşa Tirk bi dirêjahiya 100 kêlometre û kûrahiya 45 kêlometre ketiye nav xaka Iraqê. Niha li herêmên ser sînor, şerek dijwar heye û ji ber êrişan 450 gund vala bûne.”

Cebar Yawer diyar kir ku balafirên dewleta Tirk herêma Pêncwên ku 300 kêlometre ji sînorê Tirkiyê dûr e bombebaran kirin û ev pirs kir, “Gelo ev serweriya Iraqê ye?”

Back to top button