Îran..Hikumeta Reîsî dixwaze hevdîtinên nukleerî dewam bike

Hikumeta 13. a Îranê her çiqasî bi muhafezekariya xwe tê naskirin jî dixwaze hevdîtinên nukleerî yên li gel Amerîka bidomîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdulahiyan bi awayekî eşkere anî ziman ku ew dixwazin hevdîtinên nukleerî yên li Viyana bidomînin.

Hikumeta 13. a Îranê ku bi serokatiya Serokomar Îbrahîm Reîsî pêk hatî li ser kare.

Mijarên li welat û derveyî wê weke ezmûneke sereke ya li pêşiya hikumetê ye.

Yek ji van jî krîza dîplomasî û bernameya çekên nukleerî ye.

Ebdulahiyan: Em ji maseya guftûgoyan narevin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdulahiyan diyar kir ku pêwiste ji cîvîna li paytexta Awusturya Viyana êdî encamên şînber derbikevin.

Huseyîn Emîr Ebdulahiyan di axaftina xwe ya li gel televsiona dewletê de li ser polîtîkayên ku hikumeta muhafezekar ya welat birêve bibe nirxandin kir.

Ebdulahiyan li ser pirsa ji bo zindîkirina hewildanên danûstandina nukleerî yên bi welatên Rojavayî re çawa dibînin wiha got:

Em hewl nadin ku ji maseya guftûgoyan birevin.

Li gorî deskeftinên berbiçav hukumeta 13. wê danûstandinên ku berjewendîyên Îran û gelên wê misoger dike bidomîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê hevdîtina Serokwezîrê Îsraîl Neftali Bennett ya 27’ê Tebaxê ku ji bo Koşka Spî bibîrxist û ev tişt anî ziman:

Heta ku Amerîkayî dev ji gefxwarina li dijî Îranê bernedin tu encam dernakeve.

Min ev yek ji nûnerê Yekîtiya Ewrûpayê re jî bi awayekî eşkere got.

Serokê DYA Joe Biden di hevdîtina li gel Bennett de gefa “ger di dîplomasiyê de serketin nebe, em amade ne ku serî li rêbazên din bidin” li Îranê xwaribû.

Ebdulahiyan: Danûstandinên nukleerî yek ji rojeva sereke ya hikumetê ye

Ebdulahiyan li ser pirsa ku gera din a danûstandinên nukleerî yên li Viyanayê wê kengê dest pê bike wiha got:

“Aliyê din jî dizane ku ji bo avakirina hikumeta nû ya Îran wê 2-3 meh bidome.

Ew jî di vî warî de planên xwe dikin.

Teqez danûstandin yek ji mijarên rojeva Wezareta Karên Derve û hikumetê ye. “

Back to top button