Li Amerîka Ji ber bihêzbûna bagera Ida bi milyonan xanî bê elektirîk mane

Bi rojane li parzemîna Amerîka Bagera Ida welat daye ber xwe.
Herî zêde jî wilayetên DYA ji bagerê bandor bûne.
Ji ber bagerê heta niha 2 kesan ji yana xwe ji dest daye û nêzî milyonek avahî jî bê elektirîk mane.
Di vê navberê de, ji ber bandora zêde ya Bagera Ida Çemê Mississippi paş ve herikî.

Li parzemîna Amerîka Bagera Ida, welat ji hev xistiye.

Metirsiya li nava welat, ji asta dimenên tên xuya dike.

Bagera Ida ya ku bi asta 4. hatiye binavkirin, bûye sedema hilweşîn û zehmetkirina jiyanê.

Ji ber bandora zêde ya bagerê duh li eyaletên Louisiana û Mississippi li DYA zêdeyî milyonek mal bê kehrebe man.

Ji bo sererastkirina wê jî herî kêm hefteyek dem pêwist dike.

Bagera ku bi xwere pêlên baranê dijwartir kir jî bû sedema ku bi sedan xanî di nava avê de bimênin.

Ida, bagera 5. a herî bihêze ku li DYA xistî ye.

Piştî demekê bandora xwe kêmbû, ji 4 pileyî veguherî yekî.

Li herêmên ku ji bagerê bandor bûyîn 5 hezar Hêzên Netewî hatin bicihkirin.

Biden: Ji ber bahozê keskî jiyana xwe ji dest da

Serokê DYA Joe Biden jî mirina kesekî ya ji ber bagerê piştrast kir.

Biden diyar kir ku ji bo herêmên ku elektirîka wan qut bûne, zêdeyî 200 hezar jeneratorên kehrebê hatine şandin.

Her wiha tevî 5 hezar Parêzvanên Netewî herî kêm 25 hezar tîmên rewşa lezgîn li herêmê kar dikin.

Bi derbasbûna demê re hat ragihandin ku jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 2’yan.

Waliyê Louisiana John Bel Edwards bi daxuyaniyekê got,

Nirxandina zirara tora elektrîkê dewam dike.

Edward ziyana heyî jî bi “karesat” binav kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Parêzvanê Neteweyî yên Louisiana ve hat dayîn de hat gotin,

195 wesayît, 73 botên xilaskirinê û 34 helîkopter ji bo xebatên lêgerîn û xilaskirinê hatin erkdarkirin.

Çemê mississippi ber bi paş ve herikî

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA (USGS) jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji ber bahozên dijwar ên duh danê nîvro çemê Mississippi yê li başûrê New Orleansê ber bi paş ve herikiye.

Bagera Katrina ku 2005’an rabû bû sedema ji sedî 80’ê New Orleans di bin avê de bimêne.

Her wiha zêdetirî hezar û 800 mirî û 100 milyar dolar ziyan li pişt xwe hişti.

Back to top button