TEV-DEM êrişa li ser kampa Êzidiyan bi hevkariya PDK’ê hatiye kirin

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê jî diyar kir êrişa li ser kampa Qadiya ya Êzidiyan bi hevkariya PDK’ê hatiye kirin û got, ew jî berpirsên vê êrişê ne.

TEV-DEM’ê derbarê êrişa ku duh bi şev li ser kampa Qadiya ya Êzidiyan a li Zaxoyê hate kirin daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê diyar kir êrişa li ser kampê berdewama êrişên dewleta Tirk yên li ser civaka Êzidî ye û wiha got,

“Êrişên dewleta Tirk yên li ser îradeya civaka êzidî di encama bêdengiya navneteweyî de pêk tên.

Êrişa duh li ser kampa Qadiya di serî de ji bo serdana serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û civata navnetewî peyameke eşkere ye.

Ev êriş yekser bi hevkariya PDK`ê hatiye kirin û ew berpirsên vê êrişê ne.”

TEV-DEM’ê bang li civaka Êzidî, tevahiya gelê Kurd û hêzên siyasî û civakî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin û bêdeng nemînin.

Back to top button