NY: Koreya Bakurî santrala nukleerî ya plutonium careke din vekir

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Koreya Bakurî santrala nukleerî ya ku plutonium di hilberîne ji nûve da destpêkirin.

Koreya Bakur dibe ku reaktorek nukleer a ku ji bo çekên nukleeri plutoniume hildiberine ji nûve dest pe bike.

Ajansa Enerjiya Atom a Navnetewî (IAEA) li ser mijarê rapora ku amade kirî weşand.

Ajansê diyar kir ku dewamkirina bernameya nukleerî ya ji aliyê Koreya Bakurî ve, binpêkirina biryarên Konseya Ewlekariya NY ye.

Li gorî çavdêriya ajansê, Koreya Bakur operasyonên li santralek ku dikare ji bo çekên nukleerî plutonium hilberîne ji nû ve da destpêkirin.

Pyongyang çavdêrên 2009’an çavdêrên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ji welat derxistibûn.

Ev yek ji bo sedema ku ajans nekare xwe bigihîne navendên Koreya Bakur.

Piştî vê Piyongyang di demeke kin de dest bi ceribandinên nukleerî kir.

Ajansa Enerjiya Atom a Navnetewî (IAEA) her sal raporên ku li ser hilberîna çekên nukleerî ve pêk tên, bi welatên endam re parve dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 2017’an ceribandina dawî ya nukleerê li welat pêk hatibû.

Back to top button