Şewatên li Yûnanîstanê kabîneya wezîran da guhertin

Şewata daristanan kabîneya hikumeta Serokwezîrê Yewnanîstanê Kyriakos Mitsotakis daguhertin. Serfermandarê berê yê Yûnanîstanê ji bo Wezareta Parastina Sivîl hate erkdarkirin.

Kyriakos Mitsotakis piştî ku hikumet wî bi rexneyên tund ên hefteyên şewata daristanan re rû bi rû ma di kabîneya xwe de guhertin çêkir.

Li gorî guherînê, wezaretek nû ya bi navê “Wezareta Parastina Sivîl” hate damezrandin.

Ev wezaret ew ê ji operasyonên vemirandina agirê jî berpirsiyar be.

Serfermandarê û Wezîrê Parastinê yê berê Evangelos Apostolakis wekî serokê wê hate destnîşan kirin.

Apostolakis jî ragihand ku ew erkê ji bo wî hatî dayîn pêk naêne.

Li şûna Wezîrê Parastina Sivîlan Panagiotis Theodorikakos, Michalis Chrisohoidis hate erkdarkirin.

Wezîrê Tenduristiyê Vasilis Kikilias yê ji bo wezîrê geştiyariyê hate erkdarkirin, li cihê wî jî Athanasios Plevris hate dewirgirtin.

Li welat ji ber şewata ji miha Tîrmehê ve despê kirî, bertekên li dijî hikumetê despê kiribûn.

Li seranserê cîhanê jî ji ber şewatên derketî nêzî 10 milyon hektar zevî bûne xwelî.

Back to top button