Di nava 3 mehan de binpêkirinên li Malî ji sedî 25 zêde bûne

Li Malî’yê, di nava 3 mehand e binpêkirinên mafên mirovan ji sedî 25 zêde bûne.

Minusma ku mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Malî ye, doh li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Malî’iyê têkildarî 3 mehan raporek weşand.

Minusmayê ragihand ku ji 1’ê Nîsanê heta 30 Hezîranê binpêkirina mafên mirovan ji sedî 25 zêde bûye.

Li gorî raporê 527 sivîl hatin kuştin, revandin an jî windakirin.

Ev dane li gorî sê meh beriya niha zêdebûna ji sedî 25 e.

Hate ragihandin ku binpêkirina mafên mirovan bi giranî li bajarên Douentza, Djenne, Bandiagara, Niono, Mopti, Segou et Koro û bajarê Gao et Ansongoyê qewimîn.

Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku li bajarên li ser sînorê Bûrkîna Fasoyê tundî zêde bûye.

Minusmayê di raporê de diyar kir ku tundî ji ber rêxistina Aqmî ya ser bi DAIŞ’ê pêk tê.

Her wiha kabîleyên li herêmê jî zext û tundiyê li mirovan dikin.

Di dewama raporê de hate ragihandin ku artêşa Malî jî tundî li gel kiriye û hêzên leşkerî yên navneteweyî jî kiryarên tundiyê kirine.

Back to top button