KONSEYA EWLEKARIYÊ OPERASYONA TEVGERA TALIBANÊ YA BIHARÎ ŞERMEZAR KIR

Tevgera Talibanê ya ku demek dirêj şerê hikumeta Avganî dike, berî çend rojan operasyona şerê Biharî li seranserî Avganistanê ragihand. Konseya Ewlekariyê jî ev yek red kir.

Konseya ewlekariyê îro ragihand ku ew, operasyona Tevgera Talibanê ya berî çend rojan da destpêkirin, şermezar dike.

Her 15 endamên konseyê têkildarî mijarê daxuayniyek da.

Li gorî daxuayniyê:

Konseya Ewlekariyê bang li hemû aliyên şer ku derfetê ji danûstandinên Avganî-Avganî re bibînin û li hev rûnin, dike.

Bangên tevgerê ji şerên dewam re, aştiyeke mayînde pêk nayîne.

Tevgera Talibanê roja Înê ragihandibû ku ew ê dest bi êrîşa Biharê bike da ku xaka Avganistanê ji biyaniyan paqij bike.

Havîna borî, Amerîka rêze-danûstandinin bi Talibanê re ji bo bidawîkirina şer li dar xist.

Herî dawî jî danûstandinên xwe li Qeterê di Adarê de bi dawî kir.

Tê payîn ku nûnerên hikumeta Avganistanî bi nûnerine Talibanê re yekem car ji 19 heta 21ê Nîsanê li Dewhaya Qeterê li hev bicivin.

Heta niha tevgerê ev dîrok teqez nekiriye.

Leave a Reply

Back to top button