Berpirsê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhat Şamî der barê êrişên li ser herêmê axivî û da zanîn hêzên navdewletî destûrê didin dagirkeriya dewleta Tirk.”
Berpirsê çapemenîyê yê QSD’ê Ferhat Şamî derbarê êrişên dewleta tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî de ji ajansa nûçeyan Firatê re axîvî.
Şamî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber alozî û pirsgirêkên xwe yên navxweyî, êrişên xwe yên dagirkeriyê zêde kirine.
Ferhat Şamî,bal kişand ser êrişên 10 rojên dawî yên dewleta Tirk ku zêdetir bûne û got;
”Heta niha ji ber erîşan gelek sivîl şehîd bûne. Armanca erişên dewleta tirk ew e, herêmê bê îstîqrar bike û bike ku gel ji herêmê koç bike.”
Şamî, di êrişên dewleta Tirk de rola hêzên navdewletî destnîşan kir û got:
”dewleta Tirk bêyî destûra dewletên navneteweyî nikare gavekê jî biavêje qadên me.”
Ferhat Şamî: Hêvî û garantoriya me, hêza me ye
Berpirsê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhat Şamî diyar kir ku hêvî û garantorî ji bo wan hêza wan bi xwe ye.