Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR’ê ragihand ku têkildarî rewşa Derayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û komîteyên navendî yên Horanê de peymaneke nû hat îmzekirin.
Navendê ragihand ku komîteya ewlehî û şandeya Rûsyayê li ser pêkanîna xwestekan peymaneke nû îmze kir
Navenda Çavdêriyê derbarê naveroka peymanê de ev agahî da:
“Dê îro di navbera aliyan de agirbest pêk were.
Kesên ji hêla hikumeta Şamê ve tên xwestin rewşên wan werin kontrolkirin û çekên xwe radest bikin.
Kesên naxwazin rewşên wan werin rastkirin divê werin derxistin, polîsên leşkerî yên Rûsya derbasî Dera bibin.
Ala hikumeta Şamê û ya Rûsya werin hildan, 3 nuqteyên hevbeş ên di navbera ewlehiya leşkerî û lîwa 8’an a girêdayî Feyleqa 5’an werin danîn.”
Navendê diyar kir ku dê peyaman îro bikeve pratîkî